Bûyerpress
Pêngava Rizgarkirina Bajarê Reqayê ber bi dawiya xwe ve diçe û Hêzên Sûryaya Demoqratîk li xalên navenda bajarê Reqayê di goşeyeke teng de şerê çekdarên rêxistina DAIŞê dikin.
Li dora Nexweşxaneya Niştimanî, leyzgeha fotbolê û Çerxerêya Ne’îm di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê de şerekî giran li dar e.
Li gorî ku hatibû ragihand, zêdetir 90% ji rûbera bajêr ketiye jêr kontrola HSDê û deverên mayî jî bûne qada şer û pevçûnan.