Bûyerpress
Kordinasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demoqratîk ragihand ku daxuyaniya Wezîrê Derve yê Sûrî Welîd Elmu’elm der heqê danûstandinan de, pêngaveke erênî ye û her wiha Kordinasyonê xwesteka xwe bo danûstandinan nîşan da.
Bi rêya daxuyaniyekê duh Înê, Kordinasyona Rêveberiya Xweser xwesteka xwe ji bo danûstandinên li gel hikûmeta Sûrî nîşan da û tekezî li ser avakirina Sûryayeke demoqrat û federal kir.
Her wiha di daxuyaniyê de hat ku takeçare ji bo kirîza Sûryayê çareseriyeke siyasî ye, da ku rê li ber rewşa trajedîk were girtin.