Bûyerpress
Roja Pêncşemê li ser rêya Xefarî ku di navbera Hesekê û Dêra Zorê de ye, du erebeyên bumbebarkirî yên rêxistina DAIŞê xwe li nêva kerwanekî koçberan peqand, ji encamê 9 sivîlan jiyana xwe ji dest da û di nava wan de nûçegihana Ajansa Hawarê Dilîşan Îbiş şehîd bû.
Teqîna ku ji hêla xwekujên rêxistina DAIŞê ve pêk hatibû, kerwanekî koçberên Dêra Zorê ku berê wan li heremên kontrola HSDê bû, armanc girtibû, ji bilî qurbaniyên sivîl, nûçegihana Hawarê Dilîşan Îbiş şehîd bû û 2 karmendên din ên Hawarê birîndar bûn.
Ji koçberên ku teqîn li nava wan rû da, derdora 50 kesî birîndar bû û ji bo nexweşxaneyên Hesekê hatin veguhastin.