Bûyerpress
Duh Çarşemê li Şama paytext, 3 xwekujên DAIŞê li pêşiya navenda Birêveberiya Polîsên Şamê xwe teqandin, ji encamê 2 kes hatin kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.
Kenala fermî ya Sûrî jî ragihand ku li taxa Xalid Bin Welîd 2 xwekujên bumbebarkirî yên DAIŞê êrîşî navenda polîsan kiriye û piştî şerê li gel pasîvanên navendê, xwe teqandine.
Bi rêya Ajansa Amaqê, rêxistina DAIŞê berpirsyariya vê êrîşa xwekujî êxist sitûyê xwe.












































