Bûyerpress
Hevpeymana Navdewletî ya Şerê li Dij DAIŞê tekezî li ser wê yekê kir ku ew ê vekêşana çekdarên DAIŞê ji bajarê Reqayê bi rêya danûstandinan, tu caran nepejirîne.
Berdevkê Hevpeymanê Rêyan Dîlon duh Çarşemê got ku çekdarên DAIŞê sivîlan wekî mertalên zindî bi kar tînin û aniha şerê Reqayê di qonaxa xwe ya dawî de ye.
Di heman daxuyaniyê de Dîlon got ku berpirsyarên Meclisa Reqayê ya Sivîl, tenê danûstandinan li ser derxistina sivîlên Reqayê yên dorpêçkirî dikin.












































