Bûyerpress
Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqayê ber bi dawiya xwe ve diçe û aniha li navenda bajêr, di navbera Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên DAIŞê de şerekî tund li dar e.
Ragihandina Helmeta Hêrsa Feratê da zanîn ku li dor Nexweşxaneya Niştimanî, goristana bajêr û çerxerêya Ne’îm şerekî dijwar qewimî û ji encamê 17 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Berdevka Fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê Cîhan Şêx Ehmed ragihandibû ku tenê 10% ji rûbera bajêr di destên DAIŞê de maye û çekdarên DAIŞê di goşeyeke teng de li ber xwe didin.












































