Bûyerpress
Hêzên Sûryaya Demoqratîk li başûrê zeviyê Ceferê yêpetrolê ku li milê Ebû Fasê ye, bi qasî 4 kîlomitreyan bi pêş ve çûn û hejmarek ji erebeyên leşkerî desteser kirin.
Di heman demê de dezgehên ragihandinê da zanîn ku hêzên Helmeta Bahoza Cizîrê li deverên Dêra Zorê, bi qasî 10 hezar sivîl ji dorpêça DAIŞê rizgar kirine.
Li her çar milên Ebû Xeşeb, Ebû Fas, Mergede û Siwerê di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê de şer didome.












































