Bûyepress
Dadgeheke Iraqî îro Çarşemê biryar da ku serok û endamên Komisyona Bilind a Referandoma Herêma Kurdistanê bên zindanîkirin.
Dadgeha Lêkolînên Resafê fermana wê yekê da ku serok û endamên Komisyona Referandoma Herêma Kurdistanê bên zindanîkirin, ew jî li ser xwesteka Encumena Ewlehiya Niştimanî.
Kirîza di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji sedema lidarketina referandoma serbixwebûna Herêma Kurdistanê ye.












































