Bûyerpress
Ji beriya hefteyekê hat ragihandin ku şandeyek ji Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) seredana Moskoya paytexta Rûsyayê kiriye, da ku danûstandin li ser hin babetan were kirin.
Rojnameya Şerq Elewset di raproeke xwe de îro Çarşemê ragihand ku Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo seredana Wezîrê Berevaniya Rûsî Sêrgî Şwîşo li Moskoyê kiriye û gihane çend xalan hevbeş.
Heman rojnameyê da zanîn ku Wezîrê Berevaniya Rûsî ji Sîpan Hemo re gotiye ku dê di 29ê vê de li devera Himêmîmê kongreyekî niştimanî ji bo hevpeyvînê di navbera hemî aliyan de were lidarxistin, da ku pêvajoyeke siyasî ya nû dest pê bibe.












































