Bûyerpress
Wezîrê Berevaniya Israyîlî Afîxdor Lîbirman, duh Sêşemê ragihand ku şerê wan ê were, dê li gel Sûrî û Libnanê bi hev re be.
Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Berevaniya Israyîlî, aliyên ku dê şerê wan bê kirin artêşa rêjîma Sûrî, komikên Îranî, Hizbulah û artêşa Libnanî ne.
Di heman daxuyaniyê de Lîbirman got dibe ku şerê wan li bakur li hember Sûrî û Libnanê be û li başûr jî li hember Xezayê be, lê got ku wan amadekariyên xwe ji bo vî tiştî kirine.












































