Bûyerpress
Hevpeymana Navdewletî ya Şerê li Dij DAIŞê ragihand ku hin berpirsyarên xwecihî û serokêlên deverê, wekî danûstandinekê bi rê ve dibin, da ku karîdoreke biewleh ji sivîlên Reqayê re were vekirin.
Li gorî daxuyaniyeke Hevpeymana Navdewletî, serokêlên xwecihî yên di Meclisa Reqayê ya Sivîl de aniha danûstandinan dikin, ji bo ku sivîlên li jêr dorpêça DAIŞê ji Reqayê werin derxistin.
Daxuyaniya Hevpeymanê, ew yek destnîşan nekir ka Meclisa Reqayê ya Sivîl dê danûstandinan bi kê re bike.












































