Bûyerpress
Komseriyên Bilind ên Hilbijartinan ên her 3 Herêmên Cizîr, Ferat û Efrînê dema lidarxistina hilbijartinên şaredariyan ji bo 1ê Kanûna 2017an li paş xist.
Biryar bi wê yekê hebû ku di 3yê Mijdarê de hilbijartin li dar bikevin, lê belê komseriyên navborî dema hilbijartinan ji bo 1ê Kanûnê dereng hêla.
Li gorî daxuyaniya Komseriyan, hilbijartin ji bo wê yekê li paş ketin,da ku amadekariyên çêtir werin kirin.












































