Bûyerpress
Berdevka Fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê Cîhan Şêx Ehmed ragihand ku tenê 10% ji bajarê Reqayê di destên çekdarên DAIŞê de maye.
Di axaftineke xwe de duh Sêşemê li gel dezgehên ragihandinê, Şêx Ehmed da zanîn ku çekdarên DAIŞê di parçeyekî biçûk li bajarê Reqayê de xwe komî ser hev kiriye û berxwedaneke tund dikin.
Her wiha Şêx Ehmed got ku ew ê di demeke pir nêzîk de, mizgîniya rizgarbûna tevahiya Reqayê bidin milet.