Bûyerpress
Li taxên navenda bajarê Reqayê, di navbera şervanên Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên rêxistina DAIŞê de şerekî giran didome.
Li taxa Nehda, li derdora Nexweşxaneya Niştimanî û Baxçeyê Harûn Reşîd ku li navenda bajarê Reqayê ne, ji encama şerê duh Sêşemê, şervanekî HSDê şehîd bû û zêdetir ji 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Beriya du rojan, Fermandariya HSDê ragihand ku Pêngava Rizgarkirina Reqayê di hefteya xwe ya dawî de ye.