Bûyerpress_Felsefevan
Alî Gurdilî
Felsefe ne zanistek e, helwesteke mirovî û çalakiyek ramanî ye. Belam, mirov dikare felsefeyê weke diya (maka) pirraniya zanistan binîrxîne, ku zanistên me yên îroyîn jî jê derketine. Rêbazên ku felsefe wan bikar tîne jî, ji rêbazên zanistan cuda ne. Felsefe, wekî zanistên xwezayê û zanistên civakî, ne xwediyê rêbazên zanistî ye.
Belam, ev yek nayê wê maneyê (wateyê) ku di felsefeyê de jî tu rêbaz nîn in. Rast e, ku felsefe di laboratuaran de nikare ezmûnan pêk bîne an jî weke hindek zanistên civakî, testan bikar bîne. Rêbaza felsefeyê ji dema Arîsto (Arîstoteles) ve şeklên birêvebirina mentîq û aqil e, ku Arîsto mentîqê wekî organona (alavê- navgîna) felsefeyê qebûl kiriye.
Ê baş e, rêbazên felsefeyê çi ne û felsefe,
mantiqê bi çi şeklan bikar tîne?
1- Rêbaza Enduksiyonê: Di vê rêbazê de, yeko yeko ji pêşniyaran destpêkirin û gelemperîkirin (genelleme) heye. Li ser bûyerekê bi hejmareke pir zêde (n) çavdêrî têne kirin û di dawiyê de, pêşniyara herî gelemper (tevayî) tê bidestxistin. Enduksiyon di roja me a îroyîn de, ji aliyê gelek zanistan ve bi armanca bidestxistina zanayiyên eqlî, weke rêbazekî tê bikar anîn.
Lê tiştek heye ku divê mirov vê yekê jî bibêje: Encamên ku bi riya enduksiyonê têne bidestxistin, mirov nikare bibêje ku ew ji 100 % encamên misoger (qutebir) in, ixtîmala (dibetiya) ku ew encamên dibeyî bin jî heye. Heta ku pêşniyarên pêşîn rast derkevin, tu pirsgirêk dernakevin holê. Lê dema ku yek pêşniyarek jî çewt be, wê demê encama ku tê bidestxistin jî, dê çewt be.
Mînakek bo rêbaza enduksiyonê.
Çend pêşhatî -pêşane:
1- Sifir, lajwerdek/metalek e û dema ku mirov agir dide binê, diperçive.
2- Çînko/tûtye lajwerdek e û dema ku mirov agir didê binê, diperçive.
3- Alemyon, lajwerdek e û dema ku mirov agir dide binê, diperçive.
4- Zêr, lajwerdek e û dema ku mirov agir dide binê, diperçive.
5- Hesin, lajwerdek e û dema ku mirov agir dide binê, diperçive.
Encam: Nexwe/ku wisa be, hemû lajwerdekên ku têne germkirin, têne perçivîn/baritsin.
Di mînaka jorîn de ger pêşniyarekê pêşîn çewt be, bêguman wê encam jî çewt derkeve. Lê hege tiştekî wiha pêk neyê, wê demê mirov dikare bibêje ku hemû lajwerdek dema ku têne germkirin, diperçivin.
2- Rêbaza Deduksiyonê: Rêbazekê mentiqî ya beravajiya enduksiyonê ye û di vê rêbazê de, ji pêşniyarek tevayî (tumel) tê dest pê kirin. Di dawiyê de jî, encamên tîkel (qismî) têne bidestxistin. Bi pirranî ji aliyê Arîstotales ve hatiye bikaranîn û dîsa ê ku delk û şeklên biakranîna vê rêbazê destnîşan kiriye, Arîstotales e. Rêbaza Deduksiyonê heta dawiya Serdema Navîn jî, girîngiya xwe parastiye û hatiye bikaranîn. Cihêrengiya deduksiyonê ya ji enduksîyonê ew e ku, encamên ku bi rêya deduksiyonê ve têne bidestxistin, encamên misoger (qutebir) in. Encam, bi awayekî bêgav ji aliyê pêşhatiyan ve têne destnîşankirin.
Mînakek bo rêbaza deduksiyonê:
‘Hemû mirov, bi mirin in.’ – Pêşniyara Tevayî –
‘Sokrates jî, mirovek e.’ – Pêşhatî-
‘Nexwe/ku wisa be, Sokrates jî bi mirin e.’ – Encam –
Ji mînakan jî tê dîtin ku encam bi awayekî bêgav (bivênevê), ji pêşhatiyan derdikeve. Rewşeka beravajiya vê yekê, ji ber ku wê rê li nakokiya aqil veke, dê ne derbasdar be.
3- Rêbaza Dahûrîner (Analîtîk-Çareserker): Ev rêbaza mentîqî, hema hema mirov dikare bibêje ku ji destpêka felsefeyê ve tê bikaranîn. Di vê rêbazê de, hemû (gişt) (wateyek tevayî), ji perçeyên xwe yên ku hemûyê anîne holê têne cihêkirin û bi vî awayî lê tê vekolandin. Felsefe dema ku destê xwe diavêje babetekî, we babetê bi hemû aliyan vedikole, lê hûr dibe, yeko yeko wek pêşniyaran ji hevdu vediçirîne (vediqetîne) û tiştê ku dixwaze bibêje jî, bi vî awayî dibêje. Di felsefeya hemdem de ev rêbaz gelekî tê bikaranîn, nemaze di warê zimanzanistê (zimanzanînê de) xweş tê bikaranîn. Tiştê ku bi vê yekê tê xwestin jî, jiholêrakirina pêşdaraz, têgihiştinên çewt û pejiraninên qelp e. Ango hilik, naverok, çêbûn, hebûn û têgehên hwd. ji ber ku ji aliyê gelek fîlozofan ve gelek caran hatine vekolandin, ew bi wateyên xwe ên rasteqîn li holê xwiya nakin. Rêbaza dahûrîner wiha dike ku wateya wan ya rasteqîn, çêtir tê têgihiştin.
4- Rêbaza Pêkhêner (Rêbaza Sentetîk): Di vê rêbazê de beravajiya rêbaza analîtîk (dahûrîner), wiha tê fikirîn ku yeko yeko tu wateya perçeyan tune û perçe, encax di nav hemûyê (tevahiyê) de dikarin bibin xwediyê wateyekê. Ji ber vê çendê jî, heke em bixwazin pirsgirêkekê bi giştî (bi hemû hêlên wê ve)bibînin, wê demê divê em li hemûyê (tevahiyê) mêze bikin.
5-Rêbaza Aksiyomatîk: Ev rêbaz, aîdê mentîqê ye û di felsefeyê de jî tê bikaranîn. Di vê rêbazê de têgehek, weke bingeh tê pejirandin û piştî vê domanê (pêvajoyê), dest bi hilberandina têgehan tê kirin. Ango, bi vê rêbazê têgeh têne hilberandin. Bi vê yekê wiha tê xwestin ku ji bo cîbicîkirina rewşên taybet, xwe digihînin sîstemeke tevayî. Têgehên ku weke bingeh têne qebûlkirin, dibe ku ew têgehên keyfî bin yan jî, têgehên ku bi riya sehekan hatine bidestxistin bin, ku pêbawer (bawerpêkirî- ewlemend) têne dîtin.
Di sedsala 20 an de, ji aliyê Bernard Russel û Alfred North Whitehead ve ji bo veguhêrandina matematîkê, ku dixwestin matematîkê vebihêrînin mentîqê; hatiye bikaranîn.
Di felsefeyê de bikaranîna wê ya herî berbiçav, ji alîyê Benedict Spînoza ve pêk hatiye. Benedict Spînoza, şeklên pêşniyarên aksîyomatîkê, di pirtûka xwe ya bi navê ‘Etîkê’ de ji bo pêkanîna felsefeya xwe ya ehlaqê, bi kar aniye.
Mînakek ji rêbaza Spînoza ya aksiyomatîk…
Cewher ji bo berdewama hebûna xwe, ew heyîne ku pêdivîya wê bi tu tiştî tune. [Danasîn]
Encam 1: Cewher, sebebê xwe ye.
Encam 2: Cewher, bêdawi ye.
Encam 3: Cewher, tekan e û heke dido bûya, dê hevdu bisînor bikirana. [Deran / Îstîdal]
6- Rêbaza Diyalektîk: Diyalektîk, rê û rêbazeke fikirînê ye. Bi vê rêbazê, yên nakok yan jî dijber, têne cem hevdu û yekîtiyeke diafirînin/pêk tînin. Di encama vê yekê de jî, pêşveçûnek dertê holê. Cara yekemîn li cem Herakleîtos hatiye dîtin, di dewra hemdem de jî, ji aliyê Hegel ve hatiye bikaranîn.
Di diyalektîkê de du têgehên dijber, tez û antîtezê pêk tînin û ev du dijber, digihêjin sentezê. Sentez jî, piştra carekê din ji hev dabeş dibe û dibe tez û antîtezeke din a nû û ev pêvajo, her berdewam dike. Mesela: Reş (tez) û spî (antîtez) bila du têgehên dijber bin. Wê senteza wan, cûn (grî-boz) be.
7- Rêbaza Mayotîkê (Rêbaza Danwelidandinê): Ev rêbaz, ji aliyê Sokratesê navdar ve hatiye bikaranîn. Sokrates wiha bawer dike ku mirov, ji zayîna xwe ve xwediyê zanayiyê ne û ger ji wan pirsên rast û dirist werin pirsîn, ew xwediyê wê danehevê ne ku wê bersivên rast û dirist bidin. Bêguman, di vê xalê de mirov dikare bibêje ku Sokrates baweriya xwe, bi celebek reenkarnasyonê tîne.
Sokrates ji rêbaza xwe gelekî bawer e û li pêşiya komek mirovan, rojekê vê yekê diceribîne jî. Koleyekî hildibijêre û li pêşiya hemû mirovan, jê pirsên ku bi sêqoşeyê re têkildar in dipirse. Wiha dike ku sêqoşe tê bîra wî koleyî. Lê hemû pirsên Sokrates, weke belê (erê), yan jî wek nexêr (na) têne bersivandin. Ji ber vê çendê jî, ev rêbaz weke rêbazeke bişik (biguman) hatiye nîrxandin.