Bûyerpress
Li qezaya Dibsê ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê, hêzên Asayîşa Herêma Kurdistanê derdora 1000 endamên rêxistina DAIŞê desteser kirin.
Birêvebirê Asayîşa Dibsê da zanîn ku ev endamên DAIŞê xwe di nava penaberan de veşartibûn û piştî desteserkirina wan, li xwe mikur hatin.
Heman birêvebirî da zanîn ku kesên girtî tev de ji xelkên deverê ne û malbatên wan ji bo kampan hatin birêkirin.