Bûyerpress
Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Berzanî careke din amadekariyên xwe ji bo danûstandina li gel Bexdayê nîşan da, lê ji bêyî ku tu mercên pêşwext werin dayîn.
Bi rêya daxuyaniyekê ji hêla Serokatiya Herêma Kurdistanê ve, hat zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ku danûstandinan li gel Bexdayê bike, lê eger mercên pêşwext hebin, ev yek nabe.
Ji aliyê xwe ve rayedarên Bexdayê dibêjin eger ku encamên referandomê ji hola ranebin, ew ê li gel Hewlêrê necivin.