Bûyerpress
Artêşa rêjîma Sûrî ragihand ku hêzên wê temamî bajarokê Meyadînê yê Dêra Zorê ku li jêr kontrola DAIŞê ye, dorpêç kiriye.
Ajansa Sûrî ya fermî li ser zarê fermandarekî artêşa Sûrî ragihand ku hêzên Artêşa Sûrî bajarokê Meratê yê li rojhilatê çemê Feratê rizgar kiriye û bajarokê Meyadînê jî dorpêç kiriye.
Tê zanîn ku bajarokê Meyadînê, wekî paytexta ewlehî û leşkerî ye ji rêxistina DAIŞê re, ji vê yekê kontrolkirina wê, jidestdayîneke mezin ji DAIŞê re ye.












































