Bûyerpress
Hêzên Ewlekariya Navxweyî “Asayîşa Rojava” roja Şemiyê li gundewarê bajarokê Til Hemîsê bazirganekî maddeyên hişbir(Muxederat) desteser kir.
Ragihandina Hêzên Asayîşê da zanîn ku di dema desteserkirina wî bazirganî de, zêdetir ji 300 libên kaptîkol pê re hatin desteserkirin.
Li gorî ku hat zanîn, ew kesê tawanbar aniha ji bo lêpirsînê hatiye veguhaztin.












































