Bûyerpress
Li taxên Kurdan û Nehda ku li navenda bajarê Reqayê ne, di navbera Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên DAIŞê de şerekî dijwar rû da û ji encamê zêdetir ji 14 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Ragihandina Helmeta Hêrsa Feratê da zanîn ku di pişt nîvroja duh Duşemê re, şerekî dijawr di navbera HSDê û DAIŞê de derket û çekdarên DAIŞê herî zêde jî otombîlên bumbebarkirî bi kar dianîn.
Fermandariya HSDê ji beriya aniha ragihandibû ku 85% ji Reqayê rizgar bûye û Pêngava Rizgarkirina Reqayê di hefteya xwe ya dawî de ye.