Bûyerpress
Odeya Operasyonên Hêrsa Feratê ragihand ku di şerê rizgarkirina bajarê Reqayê de, 85% ji rûbera bajêr hatiye rizgarkirin.
Ragihandina Helmeta Hêrsa Feratê bi rêya malpera xwe ya fermî da zanîn ku tenê 15% ji bajarê Reqayê nehatiye rizgarkirin”Ew ê jî di demeke nêzîk de were rizgarkirin”.
Aniha li taxên navenda bajarê Reqayê, li dor Nexweşxaneya Niştimanî û leyzgeh fotbolê şerekî giran di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê de dibe.












































