Bûyerpress
Fermandara Hêzên Sûryaya Demoqratîk Rojda Felat, ragihand ku Pêngava Rizgarkirina Bajarê Reqayê di hefteya xwe ya dawî de ye.
Di axaftineke xwe de li gel ajansa Frans Press duh Yekşemê, Fermandara HSDê Rojda Felat got ku di van 3 rojên bê de, em ê operasyona dawiyê ji rizgarkirina temamî bajêr bidin destpêkirin.
Aaxaftina Felat di demekê de tê ku Odeya Operasyonên Hêrsa Feratê rizgarkirina 85% ji bajarê Reqayê ragihand.












































