Bûyerpress
Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêmê Mes’ûd Berzanî li gel her du Cîgirên Serokomarê Iraqê Usama Nuceyfî û Eyad Elawî civiya û bi hev re gihan rêkeftinekê.
Daxuyaniya Dîwana Serokatiyê da zanîn ku dê Hikûmeta Bexdayê hemî cezayên li ser Herêma Kurdistanê rake, da ku her du alî li gel hev bicivin.
Li gorî ku hat zanîn, dê tu mercên pêşwext nebin û dê danûstandin ji bo demeke vekirî werin kirin.












































