Bûyerpress
Serokomarê Turkyê Receb Teyib Erdoxan ragihand ku rikberiya çekdar a girêdayî Turkyê, dest bi operasyoneke leşkerî li Idlibê dike.
Bi rêya daxuyaniyekê li ser kenaleke Turkî, Erdoxan da zanîn ku rikberiya çekdar a ji hêla Turkyê ve palpişt e, dest bi operasyona kontrolkirina Idlibê ji komikên terorîst dike.
Her wiha Erdoxan got, dê Artêşa Turkî li ser sînor piştgîriya hêzên rikberiyê bike û dê Rûsya jî bi rêya firokeyên xwe yên cengî piştgîriyê bike.












































