Bûyerpress
Şandeyek ji partî û kombûnên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê îro Pêncşemê berê xwe dide bajarê Silêmaniyê, da ku di rê û resmên binaxkirina Mam Celal de amade bibe.
Şandeya Rojava, ji TEV-DEM, Hevbendiya Niştimaniya Kurd li Sûryayê,Kombûna Çepaliyên Demoqrat, rêxistinên civaka sivîl û kesayetên serbixwe pêk tê.
Biryar pê heye ku îro Pêncşemê termê Mam Celal ji Berlîna Elmanî bigihe Herêma Kurdistanê, da ku sibe li devera Silêmaniyê were binaxkirin.