Bûyerpress
Der barê koçbarkirina rêberê Kurd Celal Talebanî de, birek ji partî û kombûnên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê peyamên sersaxiyê ji YNKê û malbata Mam Celal re nihartin.
Celal Talebanî ku Emîndarê Giştî yê YNKê û Serokê Iraqê yê berê bû, duh Sêşemê li nexweşxaneyeke Elmanyayê di 84saliya xwe de, koça dawî kir û biryar pê heye ku sibe Pêncşemê li Silêmaniyê were binaxkirin.
Tevgera Civaka Demoqratîk TEV-DEMê îro Çarşemê daxuyaniyek belav kir, tê de xemgîniya xwe bi çûna Mam Celal nîşan da û got ku”Em bendewarê wê rojê bûn ku Mam Celal were seredana Rojavayê Kurdistanê bike”.
Hevbendiya Niştimanya Kurd li Sûryayê bi rêya daxuyaniyekê ji malbata Mam Celal, YNK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re sersaxî xwest.
Ji aliyê xwe ve jî Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYDê) bi rêya daxuyaniyekê sersaxî ji gelê Kurd û endamên YNKê re bi çûyîna Mam Celal xwest.
Amadekirin: Odeya Bûyer a Nûçeyan