Bûyerpress
Der heqê koçbarkirina Emîndarê Giştî yê YNKê Celal Talebanî de, Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) xemgîniya xwe nîşan da û got ku ew ê her û her di bîrdanka wan de nemir û mayînde bimîne.
Bi rêya daxuyaniyekê duh Çarşemê, YPGê got ku Mam Celal bejneke Kurdistanî ya bilind bû ku bûye nîşana xweragirtin û berxwedanê.
Di daxuyaniya xwe de YPGê sersaxî ji malbata Mam Celal û miletê Kurd re xwest.