Bûyerpress
Serokwezîrê Iraqî Heyder Elebadî duh Sêşemê der barê Kerkûk û hin deverên din de, doza birêvebiriyeke hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de kir.
Kenala fermî ya Iraqî ragihand ku di kongreyekî rojnamevanî de Ebadî xwestiye ku ji hêla Herêma Kurdistanê û Bexdayê ve, birêvebiriyeke hevbeş ji bo birêvebirina Kerkûk û hin deverên din were avakirin.
Di sala 2014an de dema ku rêxistina DAIŞê Kerkûk desteser kir û artêşa Iraqî jê vekêşiya, hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê tevahiya Kerkûkê êxist jêr kontrola xwe.