Bûyerpress
Bi tawana “Propogendaya ji rêxistineke terorîst re”, Dadgeha Entabê der heqê perlementera HDPê Besîme Konca de, li ser 2 sal û 6 mehan zindan erê kiribû û Meclisa Turkyê jî kursiyê Besîme yê di perlementoyê de vekêşa.
Di rûniştineke xwe de duh Sêşemê, Civata Giştî ya Meclisa Turkyê ragihand ku li gorî cezayê, kursiyê Besîme Konca yê di perlementoyê de tê vekêşan.
Ji beriya ku kursiyê Besîme Konca ji perlementoyê bê rakirin, kursiyê 5 perlementerên din jî ên HDPê hatibûn rakirin û aniha tenê 54 kursiyên HDPê mane.