Bûyerpress_Hawar
Gerînendeya Enerijiyê ya bajarê Hesekê ragihand ku pevgirêdana xetên elekitrîkê yên di navbera Reqa û Hesekê de ji sedî 90 sererast bûye û dê di demeke nêzîk de elekitrîka devera Cizîrê gelekî baş bibe.
Hevserokê Gerînendeya Enerejiyê li bajarê Hesekê Ekrem Silêman, da zanîn ku aniha wan qonaxa girêdana tora elekitrîka Cizîrê bi ya Reqayê ve, ber bi dawiyê ve biriye.
Her wiha Silêman got piştî ku xeta elekitrîkê ya di navbera Reqa û Cizîrê de sererast bibe, ew ê dest bi girêdana tora elekitrîkê ya devera Cizîrê bi Bendava Feratê ve bikin.