Bûyerpress
Di çarçoveya Helmeta Bahoza Cizîrê de, Hêzên Sûryaya Demoqratîk li milê Cezratê gundên Wasya û Qubada tevlî 4 baxçeyan rizgar kirin.
Li aliyekî din û ji milê Mergeda ve, hêzên HSDê di her du rojên bihurî de bi qasî 3 kîlomitreyan bi pêş ve çûne.
Helmeta Bahoza Cizîrê derdora 25 rojan e ku dest pê bûye û aniha li her sê milên Mergede, Cezrat û Siwerê şer li dar e.