Bûyerpress
Hêzên Helmeta Hêrsa Feratê li dor Nexweşxaneya Niştimanî, leyzgeha fotbolê û stasyona trênê ku li bajarê Reqayê ne şerê xwe didomînin û bi vê yekê rêxistina DAIŞê di goşeyeke teng de asê dimîne.
Malpera Fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê ragihand ku ji êvara duh Sêşemê ve şerekî dijwar li navenda bajêr dest pê bûye û ji encamê 27 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Piştî 4 mehan ji destpêbûna Pêngava Rizgarkirina Reqayê, 90% ji bajêr rizgar bûye û tê pêşbînkirin ku di demeke nêzîk de tevahiya Reqayê rizgar bibe.