Bûyerpress
Emîndarê Giştî yê Yekîtî Niştimanî Kurdistan û Serokê Iraqî yê berê Celal Talebanî, di 84saliya xwe de li nexweşxaneyeke Elmanyayê koça dawî kir.
Mam Celal, ev heye çend sal ku nexweş bûye û dûr ji karê siyasî ketiye, biryar pê heye ku sibe Pêncşemê li bajarê Silêmaniyê were binaxkirin.
Ji aliyê xwe ve, Partiya Demoqrata Pêşverû dê îro Çarşemê konê sersaxiyê li her sê heremên Rojavayê Kurdistanê vegire, Hevbendiya Niştimanî jî dê sibe konê sersaxiyê vegire.