Bûyerpress
Kenala Iraqî ya Hikûmî, duh duşemê yekem car di dîroka xwe de bûlteneke nûçeyan bi zimanê Kurdî pêşkêş kir, ew jî piştî hefteyekê ji referandoma serbixwebûna Herêma Kurdistanê.
Bûltena nûçeyan a bi zimanê Kurdî, demjimêr 7ê êvarê hat pêşkêşkirin û nûçeyên xwecihî û navdewletî vedihewandin.
Hêja ye mirov bibêje ku Kurdên Herêma Kurdistanê bi rêjeya 93% ji bo parçebûna ji Iraqê, gotin”ERÊ”.