Bûyerpress
Fermandarên Hêzên Sûryaya Demoqratîk ku aniha li bajarê Reqayê di şerê DAIŞê de li çeperên pêş in, da zanîn ku tenê Nexweşxaneya Niştimanî û leyzgeha bajêr di dest DAIŞê de mane.
Li gorî raporeke Ajansa Ruytersê ku ji nava Reqayê hatiye çêkirin, tenê 350 çekdarên DAIŞê di goşeyeke teng de li bajarê Reqayê dorpêçkirî mane.
Di heman raporê de, fermandarên HSDê gotin eger ne ji sivîlan be, ew ê di heyama 10 rojan tişta mayî ji Reqayê kontrol bikin.