Bûyerpress
Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, di nava çalakiyên Duyemîn Festîvala Fîlman a Cîhanî de, Xelata Ehmed Kaya ji bo Hevserokê HDPê Sehalhedîn Demîrtaş hat pêşkêşkirin.
Demîrtaş ji mijdara 2016an ve di zindanê de ye, li şûna wî, perlementerê HDPê Nadir Yeldirim xelat wergirt û silavên Demîrtaş gihand hemî beşdaran.
Serkirdeyê YNKê Mele Bextiyar, der heqê dana xelatê de ji bo Demîrtaş kêfxweşiya xwe anî zimên û got”Demîrtaş hevalê min ê nêzîk e”.