Bûyerpress
Li taxa Meşleb a rojhilatê bajarê Reqayê, çekdarên rêxistina DAIŞê êrîşeke tund li ser şervanên Hêzên Sûryaya Demoqratîk pêk anî û bi qasî 3 rojan, şer dewam kir.
Berdevka fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê Cîhan Şêx Ehmed bi rêya daxuyaniyekê, çawanî û armancên evê êrîşê destnîşan kirin û hat zanîn ku çekdarên êrîşkar cilên HSDê li xwe kiribûn.
Di heman daxuyaniyê de, Şêx Ehmed da zanîn ku bi awayekî serkeftî êrîş têk çû û ji encama şerê 3 rojan, 28 şervanên HSDê şehîd bûn.












































