Bûyerpress
Encumena Bilind a Referandoma Herêma Kurdistanê ragihand ku erka wê bi dawî hat û dê li şûna xwe, Encumeneke Siyasî ya Bilind bi serokatiya Serokê Herêmê Mes’ûd Berzanî damezrîne, da ku li gel Bexdayê danûstandinan bike.
Li gorî ku hat ragihand, ev Encumena Siyasî dê hemî serkirdeyên partiyên siyasî yên palpişt ji referandomê re vehewîne.
Der heqê danûstandina li gel Bexdayê tu dem nehatiye destnîşankirin, lê li gorî ku hatiye zanîn dê Encumena Siyasî der heqê mijara serbixwebûna Herêma Kurdistanê de danûstandinên xwe bike.












































