Bûyerpress
Di çarçoveya Helmeta Hêrsa Feratê de, Hêzên Sûryaya Demoqratîk pêşveçûna xwe li bajarê Reqayê didomînin û aniha li navenda bajêr, şerekî dijwar di navbera HSDê û DAIŞê de li dar e.
Malpera fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê ragihand ku ji encama şerê li taxên Emîn, Nehda, Mensûr û Firdews zêdetir ji 19 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 11 çekdar jî dîl hatin girtin.
Di heman şerî de û li taxa Firdews, hêzên HSDê 4 xalên DAIŞê kontrol kirin û miqdarek ji çek û cebilxaneyê desteser kir.












































