Bûyerpress
Hikûmeta Herêma Katalonyayê ragihand ku zêdetir ji 2 melyon kesan beşdarî referandoma serbixwebûna Katalonyayê bûne, û ji wan beşdaran 90% ji bo parçebûna ji Ispanyayê gotin”Erê”.
Li hember wê û di heman referandomê de, 8% ji dengdaran, dengê xwe ji bo mayîna di dewleta Ispanî de da.
Di dema ku proseya dengdanê li dar bû, Hikûmeta Ispanî bersiveke tund da xelkê Katalonyayê û polîsên Ispanî bi sedan ji dengdaran birîndar kir.












































