Bûyerpress
Di çarçoveya çalakiyên “Dîdargeha Şêwirmend ji bo Yekîtiya Niştimanî li Rojavayê Kurdistanê” de, Sekreterê Partiya Demoqrata Pêşverû Hemîdê Hecî Derwêş ji PYDê xwest ku ofîsên partiyên siyasî veke, eger na, got ku ez ê li kolanê rûnim hetanî ofîs vebin.
Her wiha Hecî Derwêş got” Çawa em bi demoqratiyê bang dikin û em dîktator in”
Di heman dîdargehê de û wekî bersivdayînekê li hember axaftinên Hemîdê Hecî Derwêş, Serokê Meclisa Cîbicîkar li Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan got ku axaftinên Hecî Derwêş ne di cih de ne û ev tawanên wî der heqê PYDê de ne layîq in.












































