Bûyerpress
Sibeha duh Yekşemê li Sandîkaya Karkeran a bajarê Rimêlanê, çalakiyên Dîdargeha Şêwirmend a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî dest pê kirin.
Di vê Dîdargehê de 170 nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, kombûnên jin û ciwanan û birek ji kesayetên serbixwe û serokêl amade ne.
Bernameya Dîdargehê, gengeşekirina reşpeleka Komîteya Amadekar armanc digire û biryar pê heye ku ev dîdargeh du rojan dewam bike.












































