Bûyerpress
Wezîrê Werzîşê li Herêma Katalonyayê Cîrard Fîgoras ragihand ku eger Katalonya ji Ispanyayê parçe bû, tîma Berşelona dikar di lîga Inglîzî yan jî di lîga Ferensî de bilîze.
Ji aliyê xwe ve Serokê Hevbendiya Lîga Ispanî Xafyêr Tîba ragihand ku eger Katalonya parçe bû, dê her 3 tîmên wê(Anku Başrelona, Ispanyol û Cîrona) êdî hew di lîga Ispanî de bilîzin.
Wezîrê Werzîşê yê Katalonyayê Fîgoras tekezî li ser wê yekê kir ku di çarçoveya Yekîtiya Ewropî de ew ê serbest bin ku li kû derê bilîzin.












































