Bûyerpress
Li Herêma Katalonyaya Ispanî, sibeha îro Yekşemê welatiyên Herêmê li pêşiya navendên dengdanê kom bûne, da ku Katalonya ji Ispanyayê veqete û bibe welatekî serbixwe.
Referandoma serbixwebûna Herêma Katalonyayê biryar pê heye ku sibeha îro Yekşemê dest pê bike, û aniha bi sedan ji welatiyên Katalonyayê li pêşiya navendan bendewar in.
Ji aliyê xwe ve hikûmeta Ispanî vê yekê red dike û polîsên Ispanê duh Şemiyê zêdetir ji 2000 navendên dengdanê desteser kirin.












































