Bûyerpress
Serokwezîrê Iraqî Heyder Elebadî soza xwe da ku ew ê berevaniyê di ber Kurdan de bike eger tu êrîş li ser wan pêk hat.
Bi rêya rûpela xwe ya Twîterê, Ebadî belavokek weşand û tê de got” Çawa em berevaniyê di ber hemî Iraqiyan de dikin, em ê wiha di ber Kudan de jî bikin…Kurd welatiyên ji pileya yekê ne”
Her wiha Ebdaî got ku mebest desthilata navendî ji kontrolkirina dahatên petrolê, ew e ku muçeyên hemî karmendan êdî bide wan.












































