Meclîsa Zagonsaz a kantona Cizîrê di civîna xwe ya îro de qanûna efûya giştî ku ji aliyê hevserokên kanton ve hatibû pêşniyarkirin erê kir.
Meclîsa Zagonsaz a Herêma Xweser a Cizîrê bi amadebûna Hevseroka Meclîsê Nezîra Gewriyê û endamên Dîwana Meclîsê Ekrem Mehşûş, Perwîn Mihemed, Ebdilkerîm Siko, Wezîrê Karên Hundir Kenaan Berekat û Wezîrê Edaletê Ebdilhemîd Bekir civînek li dar xist.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re beşdarên civînê qanûna efûya giştî ku ji aliyê hevserokên herêma Cizîrê Himêdî Deham û Hediye Yûsif ve bi boneya wergirtina wan ji karên xwe re hatibû pêşniyar kirin, hate gotûbêjkirin. Piştî nirxandin û gotûbêjên derbarê qanûnê de ji aliyên hemû endaman ve hate erêkirin û ji bo îmzekirinê ji hevserokên herêmê re hate şandin.
Di civînê de her wiha Meclîsê qanûna razemeniya şirketên sotemeniyê û xizmetên petrolê ku ji aliyê wezareta Enerjiyê ve hatibû pêşniyarkirin, hate erêkirin.
Jêder: ANHA