Roja pêncşemê 24/7/2014an, komên girêdayî DAIŞ êrîşî parêzgeha Hesekê kirin bi armanca bindestxistina wê û cîbicîkirina pîlanên xwe, Yekîneyên Parastina Gel YPG li wan vegerand û di van pevçûnan de 3 şervanên YPG gihane karwanên şehîdan.
Navenda ragihandina YPG navê her sê pakrewanan eşkere kir û di daxuyaniyekê de got: ʺHeval Sîdo, Raman û Baran ji yekemîn şervanên me ku tevlî YPG bûne û li banga welat xwedî derketin û ji wê demê de û heta kêliya dawî di hemû ceng û pevîûnan de beşdar bûnʺ.
Daxuyanî berdewam dike: ʺSoz ji me, em ê li ser riya we bimînin heta dilopa dawî ji xwîna me û heta şervanê dawî em ê tola we û hemû şehîdên xwe yên pakrewan hildinʺ.
Li dawiyê Daxwiyan wan dide nasîn, ew şehîd jî ev in:
-Navê tevgerî: Sîdo Qamişlo
Navê rasteqîn: Artêş Ehmed
Cih û dîroka bûnê: Qamişo
Dîroka şehîdbûnê: 25-7-2014
– Navê tevgerî: Raman Amûde
Navê rasteqîn: Raman Ehmed
Dê: Fatima
Bav: Slêman
Cih û dîroka bûnê: Qamişlo
Dîroka Tevlîbûnê: 2011
Dîroka şehîdbûnê: 25-7-2014
– Navê tevgerî: Baran Defrîm
Navê rasteqîn: Welîd Gulo
Dê: Zekiya
Bav: Ferîd
Cih û dîroka bûnê: Qamişlo
Dîroka Tevlîbûnê: 2011
Dîroka şehîdbûnê: 25-7-2014