Tabloya bi navê (Azîfat) li gundê Mêremîn ku di navbera Himsê û Hemayê de ye, tabloya ku li mozexaneya niştimanî li bajarê Hemayê pêşkêş dibe di destpêka salên şêstan ji sedsala borî hatibû dîtin.Di tabloyê de dîmeneke mûzîkê ye ku jinin ji serdema Yûnanî l ser amûrênmûzîkê yên wê demê saz dikin.
Şûnwarên hunerî yên li Mêremîn hatine dîtin ditar dikin ku ev bajar di warê mûzîkê de pir li pêş bû, ev tablo bi asteke bilind ji afirandinê hatiye çêkirin û bi diyarkirina tevger û jiyanê ronî dide, tevî rewşa zengînî û xweşiyê ya ku bajarê Mêremîn gihabûyê.