Bûyerpress
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûryaya Demoqratîk ragihand ku hêzên Helmeta Bahoza Cizîrê, temamî devera Siwerê ya li gundewarê Dêra Zorê kontrol kiriye.
Bi rêya daxuyaniyekê roja Pêncşemê, Fermandariya HSDê got ku hêzên wan devera Siwerê ya li ser sînorê Sûrî û Iraqê kontrol kiriye û hejmarek ji çekdarên DAIŞê kuştiye.
Di heman daxuyaniyê de hat ragihandin ku birek ji gundên Dêra Zorê hatine kontrolkirin û 5 şervanên HSDê şehîd bûne.