Bûyerpress
Li taxa Nehda ya bajarê Reqayê, Hêzên Sûryaya Demoqratîk, avahiya ku DAIŞê kiribû biryargeha bajarê Reqayê, kontrol kir.
Dezgehên ragihandinê da zanîn ku li taxa Nehdayê û piştî şerekî giran li hember çekdarên DAIŞê, hêzên HSDê biryargeha DAIŞê ku bi navê avahiya “Wîlayeta Reqayê” tê naskirin, kontrol kir.
Avahiya “Wîlayeta Reqayê” ji bo DAIŞê cihekî stratecî ye, ji ber hemî fermandarên DAIŞê lê diman û biryar ji wir derdiket.